Nûçeyên Iraqê

NY: Bombekarên Helebê weke karmendên alîkariyê "xwe nixumandibûn"

Gunehkarên bombekirina li Sûriyê ya ku zêdetirî 120 kesan kuşt xwe weke karmendên alîkariyê veşartibûn û eger heye ku wan bi biqest zarok kiribûn armanc, AFP roja Pêncşemê (20 April) ragihand.

Qurbaniyên êrîşa xwekuj ya roja 15ê Nîsanê ku bi rêya otombîleke li rêbendeke ku di destê opozîsyonê de pêk hat sivîlên ku dihatin derxistin bûn û 68 ji wan zarok bûn, û hejmarek ji kesên din birîndar bûn, NY got.

"Kesek ku xwe weke karemendekî alîkariyê diyar dikir û zarok ber bi xwe ve dikişandin, êrîşa tirsnak pêk anî," şanderê NY li Sûriyê Stafan de Mistura ji nûçegihanan re li Cinîvê got.

Serokê tîma pêkanîna xebatên mirovî ya NY li Sûriyê, Jan Egeland, her di wê konfransa rojnamevanî de got ku kujer "weke xêrxwazekî xwe nixumandibû".

Tu girûpan êrîşa li ser rêbe da Raşidîn li Rojavayê Helebê, ku yek ji êrîşên herî kujêner e ji dema destpêka şerê şeş salî yê Sûriyê, nekiriye stuyê xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500