Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî êrîşeke DAIŞ li rojhilatê Tekrîtê bersiv didin

Çar endamên "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ), di nav wan de xwekujek, di êrîşeke têkçûyî de li gundê Şêx li Maxûl, li bakurê-rojhilatê Tekrîtê hatin kuştin, Wezareta Berevaniyê ya Îraqî îro Çarşemê (19ê Nisanê) got.

"Artêşê êrîşa li ser gund bersiv kir, çar terorîst kuştin, yê pêncan birîndar kir û êrîşvanên mayî neçar kirin ku vekişin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Otombîlek hate ruxandin, yeke dî ziyan gihabûyê û dest ser çekên ku di êrîşê de hatibûne bikaranîn hate danîn," daxuyaniyê got,da zanîn ku hêzên Îraqî li deverên çiyayî yên nêzîk didine ser pişta êrîşvanên reviyayî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500