Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî taxa Sewrayê li Mûsilê vegerandin

Hêzên Îraqî Çarşemê (19ê Nîsanê) taxa Sewrayê ya li rojavayê Mûsilê rizgar kir û dest pê kirin sivîlên dorpêçkirî derdixin û wan dibin deverên ewle li aliyê din ji çemê Dîclayê, afserekî serbazî yê bilind ji Diyaruna re got.

"Hêzên Îraqî roja Çarşemê di dema nîvroj de êrîş kirin û taxa Sewrayê ya dikeve orta rojavayê Mûsilê de vegerandin," berdevkê Fermandariya Operesyonên Hevbeş ya Îraqî emîd Yehya Resûl got.

"Em niha bi operasyonên paqijkirinê radibin û em li kom û şanên DAIŞ digerin," wî got.

Hezên Îraqî pireke serav li ser çemê Dîclayê damezrandin ji bo destûrê bidin sivîlên dorpêçkirî li deverên ku hîn li jêr kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ne li aliyê başûr-rojavayê bajar ku bi awayekî aram derkevin, Resûl got .

Di heman demê de, Serok Wzîrê Îraqî Heyder Ebadî îroj Çarşemê gihişte Mûsilê ji bo yekîne û sektorên artêşê berçav re derbas bike û çavekî li ser pêşketina şer bigerîne, li gorî daxuyaniyeke ofîsa wî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500