Nûçeyên Iraqê

Êrîşa asmanî ya li Kerkûkê 10 çekdarên DAIŞ dikuje

Êrîşa hevepeymaniya navdewletî li ser rêyeke sereke li başûr-rojavayê Kerkûkê roja Duşemê (17ê Nîsanê) 10 çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin, serkêşekî bilind jî di nav wan de bû, Ajansa Dije-Terorê ya Iraqî di daxuyaniyekê de ragihand.

"Balafirên serbazî yên hevpeymaniya navdewletî êrîşî wesayiteke li ser rêya sereke ya Riyad-Hewîca ku 10 çekdarên DAIŞ hildigirt armanc girt," daxuyaniyê got.

"Hemû siwarên wesayitê di êrîşê de hatin kuştin, Emar Hesen Mehmûd Hesen, yê ku bi navê Ebû Nebîl jî tê naskirin û berpirsê ewlekariyê bû, di nav wan de bû," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500