Nûçeyên Iraqê

Kampanya rakirina sloganên DAIŞ li rojhilatê Mûsilê dest pê kir

Yekîneyên artêşa Îraqî kampanyayeke biberfereh dest pê kirine ji bo ku nîşan û sloganên "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) ji cadeyên rojhilatê Mûsilê rabikin, Wezareta Berevaniyê ya Îraqî Sêşemê (18ê Nîsanê) got.

"Kampanya ji aliyê firqeya 16ê ya artêşê tê cîbecîkirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got, wê da zanîn ku bi dehan niştecî xwebexşkirine daku alîkariyê bi artêşê re di kampanyayê de bikin.

"Piraniyên slogan û nivîsên DAIŞ hatibûne rakirin û li şûna wan sloganên artêş û hikûmeta Îraqî hatibûne nivîsandin," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500