Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî hêdî hêdî nêzî dilê Mûsilê dibin

Hêzên hevbeş ên Îraqî serkeftinan li ser erdê li Mûsilê bi dest dixin piştî ku wan devera Farûq û gelek deverên Bab el-Tûb li orta Bajarê Kevin ji jêr destên "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin, Serokê Polîsê Federal ferîq Raid Şakir Cewdet Sêşemê (18ê Nîsanê) got.

"Hêzên hevbeş ên Îraqî pêşketineke berdewam ji berbanga Sêşemê ve pêk tînin di nava şer û pevçûnên bi DAIŞê re," Cewdet ji Diyaruna re got.

"Hêzên Îraqî cihê ku wekî 'ofêsa tendirustiyê' ya DAIŞê tê binavkirin dîsan vegerandin, û herî kêm 20 terorîst kuştine," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500