Nûçeyên Iraqê

Parlemantarên Îngilîz banga standina nasnameyê ji hevjîna Esed dikin

Zagonsazên Îngilîz bang li hikûmeta welatê xwe dikin ku nasnameya Brîtanî ji hevjîna Beşar Esed werbigre, ji ber piştgirtina wê ji rejîma hevjînê wê re di şerê li Sûriyê lidar de, AFP roja Yekşemê (16ê Nîsanê) raport kir.

Peyvdarê karûbarên derve yên Demokratên Lîbral, Parlemantar, Tom Brêk, roja Yekşemê hevjîna Esed tohmetbar kir ku ew profaylê xwe yên navdewletî bikar tîna daku berevaniyê li "rejîmeke berberî" bike.

Komentarên Brêk dengvedana yên parlemantar Nazim Zehawî, yê ji Partiya Muhafizkar a desthilatdar, bûn.

"Êdî dem hatiye ku em bi her awayê (Beşar) Esad dorpêç bikin, di nav de kesên weke xanima Esed jî, ji ber ku ew beşeke mezin e ji maşîna propagandayî ya ku tawanên şer pêk tîne," rojnameya Sunday Times li ser zimanî wî veguhest.

Tê zanîn ku xanima 41-salî herdu nasnameyên Brîtanî- Sûrî hildigre. Piştgiriya wê ya berdewam ji hevjînê wê re rê dide Brîtanya ku wê ji nasnameya wê ya şahnişîna Yekbûyî bêpar bike, li gorî Demokratên Lîbral.

Wezareta karên hundir tu axiftinek derbarê ka dê hikûmet hinek kiryaran li dijî Eseda jin, ya ku beriya aniha weke analîzerekê li Banka Doytç û JP Morgan xebitiye, pêk bîne nekir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500