Nûçeyên Iraqê

Hevbendiya erebî kurdî digihe qiraxên Tebqayê

Hêzên Surîya Demokrat (QSD) gihiştine derdora Tebqayê, bajarokekî sereke ye li jêr destê "Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) e li bakurî Sûrîye, AFP Şemîyê (15ê Nîsanê) ragihand.

Hevbendiya erebî-kurdî bi piştgiriya êrîşên asmanî û şêwirmendên hêzên taybet, di destpêka Nîsanê de Tebqa dorpêçkirin û rêyên gihandinê yên sereke girtin.

Bajarok û bendava wî ya nêzîk li ser çemê Feratê wekî xelatên sereke di êrîşa befireh de ya li ser Reqayê têne raçavkirin, bajarê ku dora 55 kîlometran li rojhilat dikeve.

Jêderekî serbazî yên QSD Şemiyê got ku şer "bi dijwarî "didome û hêzên QSD "hewl didan ku derbasî bajarok bibin ji rojhilat heta rojava ve".

Hevbendiyê got ku ew bi dirêjahiya şevê pêş ve diçûn piştî derxistina DAIŞ ji du deveran li başûr-rojhilat û başûr-rojavayê bajarok.

Şervanên QSD çend sed metran dûrî Tebqa ne, birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdurehman Şemiyê got.

Wî got şerên giran diqewimîn dema ku DAIŞ hewl dida ku dest bi êrîşên dijber bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500