Nûçeyên Iraqê

"Muftiyê şerîetê" yê DAIŞ di êrîşên asmanî yên li Mûsilê de hat kuştin

Sê lîderên bilind ên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), ku muftiyê şerîetê di nav de bû li rojavayê Mûsilê, di êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî de ku êvara Pêncşemê (13ê Nîsanê) hatin pêkanîn hatin kuştin, Ajansa Dije-Terorê roja Înê got.

"Duh dora saet 9:00ê êvarê, balafirên serbazî yên hevpeymaniya navdewletî molgehên DAIŞ li taxa Rifayî, li rojavayê Mûsilê, armanc girtin," ajansê di daxuyaniyekê de ragihand.

Êrîşê "muftiyê şerîetê yê DAIŞ Ebdula Bedranî, yê ku bi navê Ebû Eyûb Etar tê naskirin; Ebdilrehman Talib, ku bi navê Ebû Obeyda tê naskirin, welatiyekî Sûrî ku berpirsê ofîsa çekdarên DAIŞ bû; û Ibrahîm Heyalî, ku bi navê Ebû Bariq tê naskirin, berpirsê ewlekariyê li Rifayî, kuştin," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500