Nûçeyên Iraqê

Raport: Kesekî gumanbar li Stekholmê hewl da ku tevlî DAIŞ li Sûrîyê bibe

Welatiyê Ozbekî yê guman heye ku wî pê li peyaderan kiriye li Stekholmê Îna buhurî hewl dabû ku tevlî refên "Dewleta Islamî li Sûrîyê û Îraqê" (DAIŞ) li Sûriyê bibe, AFP îro Çarşemê (12ê Nisanê) ragihand.

Raxmat Akilov, gumanbarê 39 salî, "ketibû bin bandora şandiyên şaneke Tacikî ya DAIŞ, ya ku hewl dide ku di şerê li Sûriyê de li kêleka şervanan beşdar bibe", jêderekî cîbecîkirina qanûnê li Ozbekistanê yê ku navê xwe diyar nekir got.

Li gorî jêderê, Akilov hewl da ku sînorê Tirkiyê bi Sûriyê re sala 2015an derbas bike lê ew hatibû girtin.

"Ji ber rewşa wî wekî penaberek ew dîportkirin bo welatê wî Swêd," jêderê got.

Jêderê got ku deshilatdariya Ozbekî Akilov li ser lîsteya kesên ku li ser asta navdewletî têne xwestin zêde kir dawiya Şibatê piştî dozeke tawankarî li ser "tundrewa olî" li dijî wî hatibû vekirin.

Akilov Sêşemê li "tawaneke terorî" ya êrîşa bi kemyonê ku çar kes kuştin û 15ên din jî birîndar kiribûn roja Înê mikur hat, parêzerê wî got.

Li gorî raportan wî got ku wî "emir" bi awayekî yekser ji DAIŞ wergertibû ku êrîşê cîbicî bike, li gorî raportên ragihandina Swêdî.

Akilov, ku karkerekî avakirinê ye û nişîna mayinde jê re li Swêdê hatibû redkirin,piştî êrîşê bi çend saetan hatibû binçavkirin. Piştî daxwaza wî ji nişîna Swêdî re par hatibû redkirin ew tevlî tevgereke nehênî bûbû, Polîs got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500