Nûçeyên Iraqê

Berpirs: DAIŞ kêmtir ji 7 ji sedî ji Iraqê kontrol dike

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) niha kontrola 7% ji Iraqê dike, piştî ku 40% berî sê salan kontrol dikir, AFP roja Sêşemê (11ê Nîsanê) ragihand.

Hêzên Iraqî bi piştevanyia êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê niha din nava Mûsilê de şer dikin, piştî vegerandina piraniya erdên din ên ku tundrewan zeft kiribû, berdevkê Fermandairya Operasyonên Hevbeş ên Iraqî emîd Yehya Resûl ragihand.

Di sala 2014an de "DAIŞ kontrola 40% ji erdên Iraqî kir", wî got. "Piştî 31ê Adarê [2017], wan bi tenê 6.8% ji xaka Iraqê girtine."

Di nava Mûsilê de, hêzên Iraqî nêzî 65% ji rojavayê bajar rizgar kirine, Hakim Zamilî, serokê komîteya ewlekarî û berevaniyê ya parleman, got.

"Niha ew di operasyonên têkbirina DAIŞ de li 12 taxan deşdar in ku hîna di kontrola tundrewan de ne," wî ji Diyaruna re got.

"Piştgiriya asmanî ya hevpeymaniya navdewletî gelek girîng e bo yekalîkirina şer," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500