Nûçeyên Iraqê

Li Daraayê şer û pevçûn navbera Hêzên Sûrî û opozisyonê de derketin

Hêzên hikûmeta Sûrî yên şerê şervanên opozîsyonê li Deraayê dikin çend bermîlên bombekirî li ser bajar barandin, çalakvanên opozîsyonê îroj Sêşemê (11ê Nîsanê) gotin, li gorî rojnameya Libnanî Nehar.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û opozîsyonê û hêzên Isalmî de, di nav de hevpeymaniya Tehrîr el-Şam, dest pê kirin dema ku şervanên opozisyonê dest bi êrîşekê li ser devereke li jêr kontrola rêjîmê kirin li navenda Deraa doh Duşemê.

Roja Sêşemê, 16 şervanên alîgirê hikûmetê, di nav de eqîdekî artêşê hatiye kuştin, rewangehê got.

Çalakvanekî ji Deraayê bi navê Ehmed Mesalma û rewangehê gotin ku balafirên şer gelek êrîşên asmanî li ser Deraayê kirin dema ku helîkopterên şer herî kêm heşt bermîlên bi teqemenîyan barkirî li ser bajar barandin, rojnameyê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500