Nûçeyên Iraqê

Du mîlyon koçberên Îraqî vedigerin malê

Du mîlyon koçberên Îraqî, di nav de 180,000 malbat ji Enbarê, di van hefteyên dawî de vegeriyane malên xwe, Wezareta koç û Koçberan îro Şemîyê (8ê Adarê) got.

"Dora du mîlyon koçberên ku ji mal û bajarên xwe reviyane dema ku "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) êrîşî wan kir, vegeriyane malên xwe piştî ku warên wan ji aliyê hêzên Îraqî ve hatibûn rezgarkirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Çil û heft ji sedî ji kesên ku koçberbûbûn êdî vegeriyane malên xwe û tê pêşbînkirin ku di meha bê de hejmar bo 60% bilind bibe," daxuyaniyê got.

Wezaretê niştecî han dan ku vegerin û navên xwe li cem ajansên hikûmtê qeyd bikin ji bo alîkariya bi pereyan re wergerin ya ku dê alîkariyê bi wan re bike ku vegerin jiyana xwe ya normal.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500