Hêzên Iraqî bi dehên çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di pevçûneke du-rojî de li rojavayê Mûsilê kuştin û êrîşî taxa Sikek li navenda bajar kirin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî roja Duşemê (10ê Nîsan) got.
"Hêzên hevbeş herî kêm 60 terorîst di pevçûnên Bab el-Tob de li devera Bajarê Kevin kuştin," berdevkê Fermandariya Hêzên Hevbeş emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
"Hevdem Ajansa Dije-Terorê hêlên pêşîn ên berevaniya DAIŞ li Sikek qut kirin û pêşkrtin li taxê pêk anîn," wî got.
"Li ber roniya qelsbûna DAIŞ û piştgiriya hevpeymaniya navdewletî ji Iraqê re, dê rizgarkirina taxê gelek dirêj neke," wî got.