Nûçeyên Iraqê

Serkêşên bilind yên DAIŞ li Mûsilê hatin kuştin

Êrîşeke hevpeymaniyê li rojavayê Mûsilê roja Pêncşemê (6ê Nîsanê) endamên paye bilind yên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin, û lîderên biyanî jî di nav kuştiyan de hebûn, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî got.

"Hevpeymaniya navdewletî bi êrîşeke asmanî taxa 17ê Temûzê armanc girt û baragehên DAIŞ li deverê wêran kirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

Hivdeh endamên DAIŞ, di nav de lîderên biyanî, di êrîşa asmanî de hatin kuştin, daxuyaniyê got.

Welatiyê Siûdî Muhsin Ehmed Ewad, ku bi navê Ebû Remas jî tê naskirin, yê ku berpirsê xwekujan bû di "Tabûra Bazên Xilafetê" de, berpirsê serbazî yê tabûrê Ebdilrezaq Hemdûn, ku bi navê Ebû Hişam jî tê naskirin, welatiyê Ustralî Xalid Ebû Şeref, û welatiyê Fransî Ebdula Xalid, ku bi navê Ebû Ayşa jî tê naskirin, ku berpirsê çekdarên "inxîmasî" bû di heman tabûrê de, di nav wan de bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500