Nûçeyên Iraqê

NY daxwaza agirbestekê dike ji bo alikarî bighêjin Xûta Rojhilatî

NY îroj Pencşemê (6ê Nîsanê) daxwaza agirbesteke lezgin li devera Xûtaya Rojhilatî ya Sûrî kir ji bo ku destûrê bidin alîkariyên ku hewcedarî bi wan zor e û daku nehêlin helweşandina ku li Helebê hate dîtin dubare bibe, AFP ragihand.

"Pêdiviya me bi 72 saetên rawestandina şer li Xûtaya Rojhilatî heye, em vê yekê di rojên bên de dixwazin," serokê tîma xebatên mirovî li Sûriyê ya ku NY piştgiriya wê dike, Yan Egeland, ji nûçegihanan re li Cinêvê got.

Wî hişyarî da ku 400,000 kes li deverên nêzî Şamê hatine dorpêçkirin "ew niha bitena xwe êşê dikişînin ji aliyê kêmasî di gihandinên nûjdarî de, nexweşxaneyên wan hatine bombebarankirin û xwarin û pêwîstiyên serekî yên din jî bi dawî tên".

Xûtaya Rojhilatî, dawîn asêgeha opozisyonê ye li nêzî Şamê, ew li jêr dorpêçkirina wêranker a hikûmetê ye ji sala 2012an ve û bi awayekî berdewam bûye armanc ji êrîşên asmanî û topxaneyê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500