Nûçeyên Iraqê

Xwekujên DAIŞ 31 kesî li Tikrîtê dikujin

Çekdarinan agir berda û piştre xwe li bajarê Tikrîtê teqandin û herî kêm 31 kes di êrîşa roja Çwarşemê (5ê Nîsanê) de ku ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hat pêkanîn hatin kuştin, li gorî AFP.

Polîs û efserên artêşê gotin ku êrîşa, ku şeva roja Seşemê dest pêkir, herî kêm 42 birîndar kirin.

Muqdemekî polîs got ku sê çekdar sê efserên polîs bi guleyan li navenda Tikrîtê kuştin û piştre agir berdan sivîlan, beriya ku ew xwe di nava malên taxê de biteqînin.

DAIŞ daxuyaniyek belav kir û êrîş li stûyê xwe girt û got ku êrîş bi rêya heft çekdaran pêk hat ku heta cebilxaneya wan xelas bû wan şerê hêzên ewlekariyê dikir û piştre wan kemerên xwe teqandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500