Nûçeyên Iraqê

Serkêşên bilind ên DAIŞ di êrîşên hevpeymaniyê de li Mûsilê hatin kuştin

Çar serkêşên bilind ên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî li rojavayê Mûsilê hatin kuştin, Wezareta Berevaniyê ya Iraqî îro Sêşemê (4ê Nîsanê) got.

"Bi piştgirêdan bi agahiyên sîxurî yên ku ji alîyê dezgeha sîxuriyê ya Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatine dayîn, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çend êrîşên asmanî dest pê kirin ku çeperên DAIŞ li taxa Tenek li rojava Mûsilê kirin armanc," daxuyaniyeke wezaretê got.

Gelek serkêşên DAIŞ di êrîşan de hatin kuştin, di nav wan de Hazim Cibûrî, herwiha ew bi navê Ebu Qeys tê naskirin, yê ku berpirsyarê polîsê DAIŞ bû li Tenek, û Mihemed Becarî, yê ku herwiha bi navê Ebû Şahîn tê naskirin, yê ku berpirsyarê Tabûra Islam li taxê.

Herwiha di nav kesên kuştî de fermandarê serbazî yê DAIŞ li Tenek, Heyder Eqrawî, yê ku bi navê Ebû Silêman el-Kurdî tê naskirin; û hevwelatiyê Erebistana Siûdî Cahid el-Enzî, yan Ebû Mistefa, yê ku berpirsyarê mekteba zekatê bû li taxê, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500