Nûçeyên Iraqê

Nerwij tejnîdkarê DAIŞ bi 9 sal zindan ceza kir

Dadgeheke Nerwijî roja Sêşemê (4ê Nîsanê) Nerwijiyekî 31 salî bi neh salan zindan ceza kir ji ber ku berendamek tejnîd kir ku dixwest tevlî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Sûriyê bibe, li gorî AFP.

Dadgeheke Oslo Ubeydulah Hisên jî bi dayîna sozê ji DAIŞ re, piştgirîkirina darayî ji girûpê re, dayîna pêdviyan ji piştgirên wê re û hewildana destkarîkirina karê adaletê gunehbar kir.

Ev yekem lêpirsîna Nerwijî bû derbarê tejnîdkirina çekdaran de ji DAIŞ re, ku weke rêxistineke terorî ji aliyê NY ve tê naskirin.

Sala 2015an, Hisên Sîman Andryasin, ku niha 20 salî ye, ji bo şerkirina li Sûriyê amade dikir, wî dibir Gotinburgê li Siwîdê, ku qewil bû ji wir ew dest bi rêwîtiya xwe bike.

Polîsê Siwîdî Andryasin li Balafirgeha Landvêter li Gotinbêrgê girt. Ew roja Sêşemê bi du sal û deh mehan zindan hat cezakirin.

Hisên bi tejnîdkirina Nerwijiyekî din jî, Sorn Alêksander Karîsin, yê ku li Sûriyê meha Adara 2015an hat kuştin, hatibû tawanbarkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500