Nûçeyên Iraqê

Zêdetirî 260$ melyon ji boalîkariya bi Sûrîyê re di civîna Dohayê de hat terxankirin

Bêtir ji 260$ melyonan ji bo alîkariyên mirovahî yên ji bo Sûriyê piştî civîna li Dohayê roja Duşemê (2ê Nîsanê) hatin terxankirin bi hevpariya NY û 25 rêxistinên civaka sivîl li seranserê herêmê, AFP ragihand.

Ragihandina dewleta Qeterî diyar kir ku hejmara terxankirina giha 262$ melyonî û ev alîkarî ji aliyê beşdarên di civînê de, ku du rojan berî kongreya Yekîtiya Ewropî ya li ser rewşa Sûrîyê ku dê vê heftiyê li Belcîkayê bê li darxistin, amade bûbûn hatibû pêşkêşkirin.

Ehmed bin Mihemed Mureyxî, şanderê Karûbarên Mirovahî yê Sekreterê Giştî yê NY, ji civîna Dohayê re got ku Sûriyê rastî krîzeke mirovahî ya mezin tê û bi hewcedarê bêtir ji 8$ milyarî ye di vê salê de.

Wî got jî ku bêtir ji 13 mîlyon kesên Sûrî pêdiviya wan bi alîkariya mirovahî heye, li gorî Ajansa Nûçeyan ya Qeterî.

Di nav wan rêxistinên ku di konferensê de hebûn: Heyva Sor ya Qeterî, û çendek ji rêxistinên Encumena Hevkariya Kendavê û rêxistinên xêrxwaz ji Libnan, Urdun û Tirkîyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500