Artêşa Îraqî û hêzên dijî terorê pêşketineke mezin di şerêBjarê Kevin ê Mûsilê de pêk tênin, fermandarekî serbazî ji Diyaruna re îro Înê (31ê Adarê) got.
Fermandarê Operesyonên Ninewa ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela got ku hêzên dijî terorê û Firqeya nehemîn ya artêşê gelek dever li Bab el-Tob û taxên Bab el-Bayd vegerandin û niha tenê 400 mitirî ew dûrî minareya dîrokî (el Hedba) ne".
"Bêtir ji nîvê Bajarê Kevin niha li jêr kontrola hêzên me ye," wî got.
"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rastî xisaretên giran di şerê roja Înê de hatin," wî got.