Nûçeyên Iraqê

NY dibêje ku penaberên Sûrî bêtirî 5 milyonan in

Bêtirî pênc milyon Sûrî niha penaber in, NY roja Pêncşemê (30 Adarê) got, di demekê de ku rêxistinên alîkariyê bang li civaka navdewletî kirin ku şerê şeş-salî yê welat bidawî bîne û alîkariyeke bêtir peyda bike, AFP ragihand.

Hejmarên nû tên wateya ku nêzîkî çareka gelê Sûriyê ji Adara 2011an ve ji dema destpêka krîza ku bêtirî 320,000 kes kuştin reviyane.

Ajansa penaberan a NY banga alîkariya navdewletî ya bêtir kir, û berdevka wê Sêjîl Pûylî ev hejmar weke "nîşandereke girîng" wesif kir.

"Di demekê de ku hejmara zilam, jin û zarokên ku ji şeş salên şer li Sûriyê reviyane pênc milyon derbas dike, gerek civaka navdewletî bêtir kar bike ji bo alîkarîkirina wan," UNHCR di daxuyaniyekê de got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500