Nûçeyên Iraqê

Herî kêm 2 mirî di encama teqîna basekê de li Humsa Sûriyê

Êrîşa li ser basekê roja Çarşemê (29ê Adarê) li bajarê Humsê yê Sûriyê herî kêm du kes kuştin û heşt kesên din birîndar kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Rewangehê got ku tê texmînkirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe ji encama rewşa metirsîdar a hinek rizgarbûyiyan, hevdem medyaya hikûmî ragihand ku pênc kes di teqînê de hatine kuştin.

Teqînê li baseke biçûk ku rêwî tê de bûn li taxa Zehra da, AFP ragihand.

Tê gotin ku taxa ku gelekahiya wê Elewî ne çend caran bi teqînan hatiye armancgirtin.

Piraniya Humsê di destê rejîmê de ye, ji bilî taxa Weir, ku qonaxa dawî ya derxistina sivîlan lê berdewam e li gorî rêkeftinekê navbera rejîm û opozîsyonê de.

Sê karwanên çekdarên opozîsyonê ligel malbatên xwe ji Weir derketin li gorî rêkeftinekê ku destpêkê di Kanûna Yekem a 2015an de hat pêkanîn, lê operasyonên derxistina sivîlan yên piştre sekinîn berî ku destpêka vê mehê rêkeftineke din bê encamdayîn.

Tax rastî dorpêçkirinê û topbarankirinê ji aliyê artêşê ve tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500