Nûçeyên Iraqê

Fermandar: Kontrola DAIŞ li ser rojavayê Mûsilê kêm dibe

Hêzên Îraqî bi piştgiriya asmanî ji aliyê koalisyona navdewletî ve, gulistanên Yermûk û gelek dever ji taxa Mexrib ji jêr destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin, Fermandariya Operasyonên hevbeş ên Îraqê îro Çarşembê (29ê Adarê) got.

"Hêzên Îraqî deverin nû rizgar kirin û hejmareke mezin ji terorîstên DAIŞ kuştin," berdevkê fermndariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Niha ew kontrola bêtir ji 60% ji rojavayê Mûsilê dikin û kontrola DAIŞ li ser taxên ku hîn hebûna wan li wir heye kêm dibe", wî got.

Resûl got ku hêzên Îraqî çekên giran di şer de bikar nayênin daku "nişteciyên sivîl biparêzin".

Bi sed hezaran kesên sivîl hîn li rojavayê Mûsilê hene, ya ku ji rojhilatê bajar biçûktir e û bêtir niştecî lê hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500