Hêzên Iraqî sê avahiyên hukmetê li taxên Tenek û Abar ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin, Fermandariya Operasyonên Nînewa roja Sêşemê (28ê Adarê) ragihand.
"Hêzên Iraqî pêşketinên baş pêk tînin," Fermandarê Operasyonên Nînewa ferîq Ebdilemîr Raşid Yaralah ji Diyaruna re got.
"Sê avahiyên hukmetê li taxên Tenek û Abar hatine rizgarkirin, û nîvê devera taxa Sewra hat kontrolkirin," wî got.
Hevdem, balafirên serbazî yên hevpeymaniya navdewletî çeperên DAIŞ û karwaneke wesayitan kirin amranc girtin dema ku hewil dida ku tev çekdarên DAIŞ ji Sûriyê derbasî Iraqê bibe, wî got.