Serokê Giştî yê NY Antonyo Guterês roja Sêşemê (28ê Adarê) bang li lîderên Ereb kir ku cudahiyên xwe bidin rexekî daku li hember şerê şeş-salî yê Sûriyê derkervin, dema ku ew li kampa awareyên Sûrî li Urdunê digeriya, li gorî AFP.
"Yekîtiya Ereban pêkhateke gelek girîng e ji ewlekirina vê herêmê û ji... awareyên Sûrî re daku ew paşerojeke li gorî arezûyên xew peyda bikin," Guterês got.
Êvara berî Lutkeya Erebî ya bi mêvandariya Urdunê, serokê NY got: “Ji ber ku dewletên Erebî perçebûyî ne, rê ji yên din re hat vekirin ku destwerdanê û destkarî di rewşê de bikin, nehêminiyê çêbikin, pevçûnan belav bikin û hêsankariyan ji peydabûyîna girûpên tundûtîj bikin.
Guterês ligel jin û keçên ku li Zaterî dijîn, ku mala 80,000 awareyên Sûrî, civiya.