Nûçeyên Iraqê

Dema ku QSD ber bi Reqayê ve bipêş ve diçe şerê Sûriyê giran dibe

Îro Sêşemê (28ê Adarê) şer li derdora bajarokekî sereke yê li bakurê Sûriyê giranbû piştî ku "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) êrîşeke dijber dest pê kir daku rê li ber pêşketineke Hêzên Sûrîya Demokrat (QSD) li nêzî asêgeha komê Reqayê bigre, AFP ragihand.

Bi alîkariya hêza asmanî ya hevpeymaniya navdewletî, QSD bingehekê ji êrîşeke li ser dilê tudrewan, ku bi navê "xelîfet" tê naskirin, dideyne.

Beşekî sereke ji kampanyayê şerê li ser bajarokê Tabqa ye ku anoha di bin kontrola DAIŞê de ye û li ser çemê Feratê dikeve, herwiha li ser bendava nêzîk û balafirgeha serbazî jî.

QSD bingeha asmanî ya Tebqayê doh Duşemê derngî şevê dorpêç kir û dest pê kir ber bi bajarok bi xwe ve çû, lê şervanên DAIŞ beravanîyên xwe îro Sêşem duqat kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

"Şer encameke ji êrîşa DAIŞê ya dijber e ku wan dixwest Hêzên Sûrîya Demokrat ên li derdora balafirgeha serbazî ya Tebqayê biwestînin," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Wî got ku QSD kar dikirindaku cihên xwe ên li nêzî balafirgehê bigirin berî êrîşa dawî ya li ser bajarok.

Şervanên QSD herwiha barê kampanyaya bendava Tebqayê jî li ser pişta wan e piştî wan dergehê wê yê bakur roja Înê ji jêr destê DAIŞ der xist.

"Piştî rawestaneke kurt di şer de roja Duşemê ji bo derfetê bidine pisporên teknîkî ku derbasî kom avahiyên bendavê bibin, şervanên QSD dest bi operesyonên xwe li derdora avahiyê kirin," Cîhan Şêxê Ehmed ya berdevk got.

"DAIŞ hêzên xwe dane hev û êrîşî hêzên me yên li deverê kirin, vê yekê em mecbûr kirin ku em li wan vegerînin û em dest bi operasyonan bikin daku em bendavê rizgar bikin," wê got.

Îro Sêşemê, pisporên teknîkî bi Heyva Sor ya Sûrîyê ya erebî re karîn li bendavê binihêrin daku ew binirxînin eger astên avê di van rojên dawî de bilind bûne.

"Teqîn û şer gef in li ser bendavê, em bang li hemû aliyan dikin ku xwe ji bendavê dûr bixin," Ismaîl Casim, endazyareke li Bendava Tişrînê, ya ku di bin kontrola QSD de ye li parêzgeha Helebê ya nêzîk, got.

"Asta avê niha meqbûl e. Em hatine yek ji dergehan vekin daku em zextê sivik bikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500