Nûçeyên Iraqê

Fransa: Pêngava dawî li ser Reqaya Sûrî dê piştî çend rojan dest pê bike

Hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) dike dê pêngava dawî li ser asêgeha tendrewan ya li Reqaya Sûrî di rojên hatî de dest pê bike, Wezîrê Berevaniyê yê Fransî Jîn Yûvês Le Dryan îro Înê (24ê Adarê) got.

"Îro em dikarin bibêjin ku Reqa hatiye dorpêçkirin û şer dê di rojên hatî de dest pê bike," Le Drayn ji televîzyona Fransî CNEWS re got.

"Ev dê şerekî pir dijwar be lê ew dê bingehîn be."

Lê li ser zemînê, hevbendiya kurdî-Erebî ya ku serkêşiya şerê li dijî paytexta defakto ya DAIŞ li Sûrîyê dike, daxuyand ku ew agadar in ku bê şerê Reqayê dê di demeke nêz de dest pê bike, AFP ragihand.

Ev çen mehin Hêzên Sûrîya Demokrat (QSD) li ser dorpêçkirina Reqayê kar dike.

Lê berdevkekî hevbendiyê got ku hîn kar heye ku ew bikin.

"Operasîyona dorpêçkirina Reqayê dê çend hefteyan dewam bike piştre ew dê ber bi destpêkirina operasîyonê ve bi awayekî fermî biçin," Telal Silo ji AFP re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500