Nûçeyên Iraqê

400,000 kes li rojavayê Bajarê Kevin ê Mûsilê 'dorpêçkirî ne'

Nêzî 600,000 kesî li deverên rojavayê Mûsilê yên ku di bin destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞê) de mane, di nav de 400,000 kes ên ku di Bajarê Kevin de di bin şert û mercên wekî dorpêçkirinê hatine 'dorpêçkirin', AFP îro pencşemê (23ê Adarê) ragihand.

"Ji bo xwarinê ew bêhêvî ne. Ew tirsayî ne," Bruno Gedo yê ku nûnertiya ajansa penaberan ya Netewên Yekbûyî li Îraqê dike ji rojnamegeran re li Cinêvê di rêya telfonê re ji navenda tranzitê li ser kesên koçber ên li nêzî Mûslê got.

Wî got ku kesên ku gihane navenda tranzîta Hemam Elîlê, nêzî 20 kîlometran başûrî bajarê Îraqê yê duyem ji aliyê mezinbûnê ve, rewşa zehmet a ku wan li pişt xwe hişt şirove kir.

"Sotemenî, xwarin û elektîk kêm in. xelkê dest pê kiriye mobîlya, kincên kevin û çi tiştê ew dikarin bikar bînin da xwe di şevê de kerm bihêlin dişewitand, ji ber hîn baran xurt dibare û germahî bi taybet di şevê de heta pileyeke mezin dadikeve," wî got.

"Nêzî 600,000 kesî di 60% ji rojavayê Mûsilê hîn li jêr kontrola DAIŞê mane", wî got, lê hejmar bi berdewamî tê guhertin ji ber xelk ji bajar direvin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500