Nûçeyên Iraqê

NY: Hemû Aliyên Surî amadebûna di gotûbêjên aştiyê de tekez dikin

Netewên Yekbûyî îro Sêşemê (21ê Adarê) got ku rejîma Sûrî û şandên opozisyonê tekez kirin ku amadebûna di giftûgoyên aştiyê de dê ji nû ve li Cinêvê vê Înê dest pê bikin, tevî ku şer li derdora Şamê ji nû ve dest pê kiriye, AFP ragihand.

"Hemû kesên ku hatibûn vexwendin, ên ku di gerên berê yên giftûgoyan de hazir bûn di Şibata 2017an de beşdarbûna xwe tekez kiribûn," berdevka NY Alêsendra Velûsî got.

Wê got, wesîtê NY Stîven di Mestora niha serdana hêzên sereke yên ku şer ji wan pêk tê dike --di nav de Erebistana Seûdî, Rûsya û Tirkîyê -- berî ku ew vegere Cinêvê daku serkêşîya giftûgoyan bike.

Hin ji kampên opozîsyonê red kirin ku di giftûgoyên cuda de li Kazexistanê Îna borî amade bibin daku bipêkirina agirbestekê ya lawaz ji aliyê rejîma Sûrî ve şermezar bikin.

Şam di van rojên dawî de bûbû meydana şerê giran, şervanên opozîsyonê û tundrewan êrîşên berfireh li rojhilatê paytexta Sûrî pêk tênin, û rejîm bi êrîşên asmanî li ser cihên opozîsyonê vedigerîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500