Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî erdan bi dedest dixin, nîşangiran li Mûsilê bicih dikin

Hêzên Îraqî erd li Mûsilê ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) standin û nîşangir li Bajarê Kevin bicih kirin daku tundrewan bikin armanc, efseran îro sêşemê (21ê Adarê) got.

Hêzên Wezareta Navxweyî ya Îraqî niha şerê DAIŞ li Bajarê Kevin dikin, devera ku tê bawerkirin ku bi hezaran sivîl lê vedihewin, dema ku ajansa Dijî Terorê şer dike daku ew deverên li rojavayê bajar vegerîne.

Fermandariya Operesyonên Hevbeş ên Îraqê ragihand ku îro Sêşemê Ajansa Dijî Terorê deverên Rîsala û Şûqaq Nablus ên li rojavayê Mûsilê vegerandin.

Li Bajarê Kevin, "bi dehan nîşangir" li ser avahiyan hatibûn bicîkirin daku tundrewan bikin armanc ji ber ku hêzên Îraqî hewl didin ku ber bi mizkefta Nûrî ve bipêşve biçin devera ku serokê DAIŞ Ebû bekir Bexdadî tek daxuyaniya xwe ya cemawerî di sala 2014an da û wî bang li misilmanan dikir ku bi fermanên wî bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500