Nûçeyên Iraqê

Bêtirî 180,000 kes ji rojavayê Mûsilê hatine awarekirin

Bêtirî 180,000 kes ji rojavayê Mûsilê reviyane di demekê de ku hêzên Iraqî berdewm in li ser pêşketina ber bi hundirê bajar ve, hikûmeta Iraqî Duşemê (20ê Adarê) got.

Nêzîkî 111,000 kesan ji xwe re pena li 17 kamp û navendên pêşwaziyê yên nêz dîtine hevdem gelek kesên din li cem xizmên xwe dimînin, Wezareta Koç û Koçberan got.

Hikûmeta Îraqî dibêje ew dikare 100,000 kesên din jî di kampan de behewîne, lê Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide ku dibe hejmar ji wisa bilindtir bibin.

"Ajansên mirovî xwe amade dikin ji bo egera ku 300,000-320,000 kesên sivîl di hefteyên bê de birevin," ajansa evahengiya karûbarên mirovî ya ser bi NY ve got, li gor AFP.

Roja Yekşemê, hêzên Iraqî devera Nabuls ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞê) vegerand û alaya Îraqî li ser avahiyên wê hilda, Fermandariya Operesyonên Nînewa di daxuyaniyekê de got.

Hêzên hevbeş Bab Baid di navenda Mûsilê de jî dorpêç kirine, çekdarên DAIŞ di hundirê bajar de dorpêç dikin û gelekan ji wan neçar dikin ku teslîm bibin," berdevkê Fermandriya Operasyonên Hevbeş Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Hêzên Iraqî hêvî dikin ku rizgarkirina taxa dawî di bajar de di van herdu hefteyên bê de temam bikin eger rewşa seqayê sabit bimîne," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500