Nûçeyên Iraqê

Raport: zêdetirî 800 karmendên tenduristiyê di "tawanên şer" yên li Sûriyê de hatine kuştin

Zêdetirî 800 karmendên tunduristiyê li Sûriyê di "tawanên şer" de ji sala 2011an ve mirne, girûpeke vekoleran roja Çarşemê (15ê Adarê) got.

Li gorî şirovekirina ku di rojnameya pijîşkî ya Lancet belav bûye û ji aliyê pisporên ji zanîngehan li Beyrût, Birîtanya û Amerîka, Komela Pizîşkî ya Sûrî Amerîkî û Programên Alîkariyan ve hatine komkirin, 782 karmendên tenduristiyê haitne kuştin ji Adara 2011 heta Îlona par, li gorî AFP.

Di nav wan de 247 doktor, 176 sîster û 146 karmandên îmêrjensî hebûn, li gorî Nûjdarên bo Mafên Mirov, ku girûpeke bêqazanc e.

Yên din dermansaz, xwendkarên pizîşkî, karmendên ambulansan û pizîşkên ajelan in ku di lîstê de ne ji ber ku ew dema îlackirina xelkê hatin kuştin.

Raportê got ku 426 kes di bombebarankirin û bordûmankirina nexweşxaneyan û klînîkan de hebûn. Armanckirin şarezayên pizîşkî 180 haletên kuştin, 101 yên îşkence kirin û 61 yê sêdarekirinê.

Ji Îlona sala 2016 ve, herî kêm 32 yên din jî jiyan ji dest da, "ev yek hejmara temam ya karmendên pizîşkî yên kuştî di tawanên şer de di şeş salên borîn de dike 814", vekolînê got, eşkere jî kir ku eger gelek e ku hejmara rasteqîn zêdetir e.

Tê texmînkirin ku 15,000 doktor ji welat reviyane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500