Nûçeyên Iraqê

100,000 sivîl ji şerê Mûsilê direvin, hêzên Îraqî jî gelek serkeftinan bi dest dixin

Nêzî 100,000 kesan bi qeflan, ji rojhilatê Mûsilê derketin, di kêmî sê heftiyan de, di demekê de ku hêzên Îraqî pêşketina xwe ya ber bi navenda bajar ve didomînin û roj bi roj gelek serkeftinan li dijî "Dewleta Islamî li Îraq û Şamê" (DAIŞ) bi dest bixin.

Di navbera 25ê Şibatê û 15ê Adarê de, bêtir ji 97,000 kes ji rojhilatê Mûsilê koçber bûn, Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê, îroj Çarşemê (15ê Adarê) li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê got.

Rêxistina Koçberiyê got ku amarên hikûmeta Îraqî didin xuyakirin ku bêtir ji 116,000 kesî ji rojavayê Mûsilê di xala pişkinînê ya li başûrê bajar re derbasbûne, li gorî AFP.

Mêr, jin û zarok radihêjin tiştên xwe, hin caran ew çend saetan dimeşin berî ku ew bigihin rêbendên pişkinînê ên hêzên ewlekariyê.

Ji wê derê ew dikarin li basan yan li kemyonan siwar werin û herin kampan piştî ku mêr di ber pişkinîneke seretayî re derbas dibin ku armanc dike ku kesên ku têkilîya wan bi DAIŞ re heye bên destnîşankirin.

Îro Çarşemê, hêzên Îraqî bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî devera Pira Kevin û Ras el-Xor ên li ser Çemê Dicleyê rizgar kirin, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş, emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Herwiha ew ber bi minareya dîrokî ve jî bipêşketin û deverên derdora mizgefta Nûrî vegerandin, ku serkêşê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî axivînek lê pêşkêş kiribû piştî ku bajar hatibû dagirkirin," Resûl got.

"Dibe ku em gelekî nêzîk rizgarkirina mizgeftê û minareyê rabighînin ji ber pêşketina bilez a hêzên me û têkçûna şanên DAIŞ," wî da zanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500