Nûçeyên Iraqê

NY: Rêjima Sûriyê jêdera ava Şamê bombebaran kir

Rêjîma Sûrî bi qestî kanîya Eyn Fîcê di meha Kanûna Duyem de bombebaran kir û pênc mîlyon kes li Şamê bêav hiştin, lêkolîneke NY îro Sêşemê (14ê Adarê) got, û ev buyer wekî "taweneke şer" nîşan kir.

Di raporteke derbarê vê buyerê de, Komîsyona NY ya lêpirsîna li ser Sûriyê tekez kir ku kanî ji aliyê Hêzên Asmanî yên Sûrî ve hatibû bombebarankirin, AFP di raportê de got.

Raportê sûcdarkirina rêjîmê ya ku dibêje şervanên opozisyonê av pîs kiribûn red kir.

Dora pênc mîlyon û nîv ji xelkên Şamê û taxên wê av ji ser wan qut bû dema di meha Kanûna Duyem de dijwar bûbû ku şer li Wadî Bereda ya li nêzî Şamê di meha Kanûna Duyem de dijwar bûbû.

Pisporên NY ên ku tu carî berê nehatibûn Sûriyê û raportên xwe li ser bingeha hevpeyvîn û belgeyan avakiribûn, û wan got ku tû "nîşan nebûn ku av hatiye pîskirin" berî ku kanî d i(23ê Kanûna Duyem) de were bombebarankirin.

Piştî bombarankirinê, av hatibû pîskirin piştî ku ziyaneke dijwar gihandibû dezgehên embarên sotemenî û klorê, raportê got.

Dema ku hazirbûna şervanên çekdar li cem kaniyê ew der kiribû armanceke serbazî, raportê got, "ziyana ku qewimî yekcar ne li gorî fêdeya serbazî ya ku dihate pêşbînkirin yan jî ya ku hate pêkanîn bû".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500