Nûçeyên Iraqê

Şajina Urdunê tehediya "stêryotaypên girêdayî jinên Ereb" dike

Dema ku wê roja Çarşemê (8ê Adarê) xelata Global Trailblazer wergirt, Şajina Urdunê Raniya bang li xelkê kir ku karîn û hêviyên bi jinên Ereb nas bikin, Jordan Times roja Pêncşemê (9ê Adarê) ragihand.

Merasîmên sala 16ê ya Xelatên Vital Voices Global Leadership li Waşingtona paytext lîderên jin ên navdewletî li deverên bihêzkirina aborî, pêşketina siyasî, û mafên mirov xelat kirin.

Di gotara wergitina xelatan de, Şajin Ranya behsa zehmetiya jin û keçên ciwan li deverên krîz û nearamiyê li seranserê Rojhilata Navîn ji Iraq, Yemen û Sûriyê kir.

Wê tekezî li ser rola girîng a perwerdeyê di derxistina van jinan ji rewşa wan a heyî de bi rêya pêşkêşkirina "zanîna pêwîst ji bo baştirbûnê" kir.

Wê bang ji bo beşdarbûnê di nûçêkirina paşeroja keç û jinên Ereb bi diyarkirina wan di ronahiyeke nû de kir. Li şûna ku wan weke bêhêz û nermîn, wê xwest ku ew weke bangxwazên guherîneke ciddî bên naskirin.

"Rêya ku her yek ji we dikare alîkariyê bike bi rêya tehediya fikeryên pêşbiryarî ye. Sekinîn li hemberî styreotaypên ku bi jinên Ereb ve girêdayî ne: ji aliyekî ve ku bêçare û stûxwar in, û ji aliyê din ve weke metirsî li ser kesên din tên dîtin," wê got.

Şajinê şermezariya tundrêyên ku tawanan bi navê Îslamê pêk tînin, û wê tekezî li ser wesfa "Islama sexte" ya Şah Ebdula bo îdyolojiya wan kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500