Nûçeyên Iraqê

300 malbatên çekdarên DAIŞ ji Reqaya Sûriyê direvin

Sêsed malbatên çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji bajarê Sûrî Reqa di heyama 24 saatan de reviyane, AFP roja Şemiyê (11ê Adarê) ragihand.

Roja Şemiyê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku "300 malbatên çekdarên DAIŞ bajarê Reqa hiştin ji roja Înê ve daku penagehê li parêzgeha Dêrzorê li rojhilat û Hema li rojava peyda bikin.

Reqa meqseda çekdarên opozisyonê yên bi ku Turkiyê piştevaniya wan dike, Hêzên Sûrî ya Demokratîk (QSD), hevahengiya opozisyonê ya Erebî-Kurdî, û rejîma Sûrî û hêzên alîgirên wê ye.

Birêveberê rewangehê Ramî Ebdilrehman got ku malbatên DAIŞ tek rêya revê ya mayî bikar tanîn, bi belemên ku Çemê Firatê ber bi başûr ve qut dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500