Nûçeyên Iraqê

Belcîka xwe ji vegera çekdarên DAIŞ diparêze

Salek piştî teqînên Biresilê, Belcîka ewletir e, lê belê ew rastî xeteriya vegera çekdarên "Dewlta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) tê ji ber ku girûp sekinandina xwe ya dawî li Iraq û Şamê pêk tîne, AFP roja Înê (10ê Adarê) ragihand.

Me hîna tu nîşanên vegerên bikom nedîtine, lê belê ez dikarim piştrast bikim ku hemû ajansên hewalgiriyê li hemû welatan kar li ser vê mijarê dikin," Wezîrê Karê Hundir Jan Jambon got.

Belcîka kar li ser mijara tundrewiya xwecihî jî kar dike.

Dema ku tundrewên Ewropî dibînin ku zehmetiyê di çûn û derketina ji Sûriyê û Iraqê dibînin, wî got, "êdî DAIŞ fermana pêkanîna êrîşan nade, lê belê sirûşê dide wan ku êrîşan pêk bînin".

Ajansên hewalgiriyê li Belcîka û welatên din agahiyan ji hevdu re dişînin daku çavdêriya egera vegera tundrewan bikin ji ber ku DAIŞ erdê li Iraq û Sûriyê ji dest dide, wî got.

Wezareta Karê Hundir i hemû demên berê bêtir rahênan û tejnîdkirina polîsên zêdetir dike, wî anî ser ziman, yên ku dê zêdetir şerê girûpên çete yên biçûk bikin ku gelek tundrewên Belcîkî ji wan derdikevin.

Berpirs jî ji hevahengiya xelkê belcîkî sûd werdigirin, lîderên civaka Musilman jî di nav de, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500