"Îro Înê (10ê Adarê) hêzên Îraqî şerê DAIŞ dikin li rojavayê Mûsilê, û balafirên hevpeymaniyê sê berpirsên bîyanî yên komê kuştin," berpirsyaran ji Diyaruna re got.
"Îro Înê, hêzan êrîşî taxên Nebî Şêt û Ukêdat kirin û piştî şerên bejahî yên giran ên bi piştgirîya hevpeymanîya navneteweyî, ew tax ji jêr destên DAIŞ vegerandin," fermandarê operasyonên Nînewa, ferîq Ebdilemîr Reşîd Yarela, got.
"Ew niha bipêşveçûna xwe ber bi taxên din ve berdewam dikin piştî lêgerîneke berfireh û operasyoneke paqijkirinê daku ewlehiya deverên rizgarkirî misoger bikin," wî got.
"Hêzên Iraqî ber bi taxên Siha û Metahin ve diçin," wî got û da zanîn ku DAIŞ rastî gelek ziyanên giran ên di cebilxane û çekdaran de hatiye.
"Di heman demê de, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî veşargeha sê berpirsên bîyanî yên DAIŞ li taxa Temûzê li rojavayê Mûsilê kirin armanc û her sê kuştin," Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de got.
"Yek ji wan her sê berpirsên kuştî Ebû Aîşayê Tacîk e, yê ku pisporê amadekirina erebeyên bombebarkirî û çêkirina çekan bû," daxuyaniyê got. Ebû Aîşa xwedanê hizra barkirina çekan bi dronan bû."
"Berpirsê duyem Wezîrof e, ku bi navê Ebû Mihemed el-Rûsî dihate naskin, ew jî endazeyarekî balafirên rûsî bû," wî got.
"Berpirsê sisêyan Ebû Umer el-Ferensî bû, ku Fransiyekî bi esilê xwe Tûnisî bû, pisporekî makîneyan û rêveberekî kevn ê Marsîdisê bû," daxuyaniyê got.