Nûçeyên Iraqê

Gereke din ya danûstandinên Sûriyê dê di 23yê Adarê de pêk bê

Şanderê NY Staffan de Mistura roja Çarşemê (8ê Adarê) rejîma Sûrî û girûpên opozisyonê vexwedin bo dewamkirina danûstadinên aştiyê di 23ê Adarê de, li gorî AFP.

De Mistura dîrok eşkere kir piştî ku encamên gera dawî ya danûstandinên bo bidawîanîna şerê Sûriyê yê şeş-salî ji Encumena Ewlehiya NY raginandin.

"Aniha niyeta min anîna aliyên dawetkirî bo Cinîva gera pêncê ye, di dîroka 23yê Adarê de," wî piştî civînê got.

Gera nû dê fokusê li ser hukmdariyê, proseya destûrî, hilbijartin û dijîkirina-terorê bike, û dibe ku gotûbêj li ser ji nû avakirinê jî hebe, wî got.

Şanderê NY got ku tu "mucîza" di gera dawî de nebûn, "me gelek destketinyên zêdetir ji pêşbîniyên gelek xelkê anîn holê".

"Tu kes derneket. Hemû kes man. Ajendayeke me heye. Demnameyek me heye, û hin rêkeftinên me hene, heta li ser asta madê jî," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500