Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî zindaneke DAIŞ ya li derveyî Mûsilê girtin

Hêzên Iraqî zindanek li bakûrê-rojavayê Mûsilê girtin, ku tê gotin ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi sedên kesan li wir sêdare kirine û jinên Êzîdî li wir dîl hiştibûn, AFP roja Çarşemê (8ê Adarê) ragihand.

Hêzên Firqeya 9ê ya Zirxî ya Artêşa Iraqî û çekdarên Firqet el-Ebas zindana Badûş ji girûpê girtin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Îraqî ragihand.

Fermandariyê diyar nekir ka hîna kes li zindanê girtî hene anjî na tune ne dema ku zindan hate kontrolkirin.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirov, DAIŞ di 10ê Hezîrana 2014an de nêzî 600 girtiyên zindana Badûş sêdare kirin, dema ku zor li wan kirin li ser çokên xwe li ser qeraxa geliyekî rûnin û ew ji pişt ve dehf dan û agir berda laşên wan.

Her di wê salê de, endama parlemanê Iraqî Viyan Dexîl got ku girûpê zêdetirî 500 jinên Êzîdî li Badûş girtiye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500