Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî hin beşên nû yên rojavayê Mûsilê rizgar dikin

"Hêzên Iraqî îroj Çarşemê (8ê Adarê) hin deverên rojavayê Mûsilê ji nav destên DAIŞê rizgar kirin," Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqî ji Diyaruna re got.

"Opersayonên bejahî yên Iraqî destekeke berfireh ji balafirên şer û şêwirmendên hevpeymanîya navdewletî wergirtin," fermandariyê got.

"Niha hêzên Iraqî nîvê rojavayê Mûsilê kontrol dikin û pêşveçûn dewam dikin," berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqî, emîd Yehya Zubeydî ji Diyaruna re got.‏

"Hêzên Iraqî îroj Çarşemê Tel Xezef, Sekanya û Wihda ji nû ve kontrol kirin û rizgarkirina Bab Tob bi dawî kir," Zubeydî got.

"DAIŞ gelek zîyanên giran ên ji cebilxane û çekdaran di şerên berdewam de winda kirin," wî got û da zanîn ku li gorî pêşbîniya wî, rizgarkirina taxa Mensûr dê îroj bi dawî bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500