Nûçeyên Iraqê

Ala Iraqê li ser komelgeha fermangehên hukmetê li Mûsilê tê bilindkirin

Hêzên Iraqî roja Sêşemê (7ê Adarê) bi temamî kontrola girûpeke avahiyan li navenda rojavyê Mûsilê kirin piştî du rojan ji şerên dijwar, berpirsekî serbazî got.

Ala Iraqê niha li ser komavahiyên hukmetê bilind e," berdevkê Fermadariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqî emîd Yehya Zubêdî ji Diyaruna re got.

"Komelgeha fermangehan ji avahiya parêzgehê, dadgeha sereke, fermandriya polîs, navenda ewlekariyê û agahiyan, xizmetkariyên kehreb û şandina nameyan, Banka Navendî, û avahiya mûzexaneya asewaran pêk tê," wî got.

"DAIŞ rastî xesarên giran di şerê kontrolkirina komelgehên fermangehên hukmetê de, ku dikevin taxa Bab Tob li navenda rojavayê Mûsilê, hatiye," wî anî ser ziman jî.

"Operasyonên paqijkirina berfireh li derdora komelgehê bi rê ve diçin pêşiya ku em bikaribin derbasî kûrahiya taxên nêzîk bibin bi piştgiriya hevpeymaniya navdewletî," wî got.

Muqedem Ebdulemîr Muhemedawî ji Firqeya Bersivdayîna Bilez vegerandina mûzexaneyê piştrast kir, û got jî ku ew roja Duşemê hate vegerandin, li gorî AFP.

DAIŞ "asewar dizîn û mûzexane bi temamî wêran kir", Muhemedawî got.

Di Sibata sala 2015an de, DAIŞ vidyoyeke çekdarên xwe belav kir ku tê de asewarên li mûzexaneyê wêran dikirin, û peykerên tê de dişkandin û ew hûr dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500