Nûçeyên Iraqê

Yekîtiya Ewropî dê ligel NY mêvandariya konferansa Sûriyê di 5ê Nîsanê de bike

Yekîtiya Ewropî dê ligel NY mêvandariya konferansekê derbarê pêşeroja Sûriyê piştî krîzê bike li Brûkselê di 5ê Nîsanê de, AFP roja Duşemê (6ê Adarê) got.

Konferans, ku piştî civîneke hevşêwe ku li Londonê sala borî hat lidarxistin tê, dê şertûmercên herêmî binirxîne ligel şertûmercên ku tê de alîkariya ku dikare piştî şer were pêşkêşkirin her dema ku veguhestina siyasî ya maqûl pêk were", berpirsa karûbarên derve Federîka Mogerinî got.

Yekîtiya Ewropî bi berdewamî piştgiriya hewlên NY ji bo bidawîkirina krîza li Sûriyê dike, ku ji encama wê krîzê bêtirî 310,000 kesan hatin kuştin û bi milyonan aware bûn ji 2011an ve.

Di gera dawî ya civînên bi piştgiriya NY li Cenêvê roja Înê, Şamê û opozîsyonê li ser "ajandayeke zelal" lihev kir ji bo bidawîanîna şer, li gorî şanderê NY Stafan Dî Mistûra.

Wî got ku pêşketin heye û hêvî kir ku bikaribe herdu aliyan careke din vexwîne Cenêvê di dawiya vê mehê de ji bo gereke din a civînan.

Civînên aştiyê yên Cenêva parelîl in ligel danûstandinên li Astana, li Kazaxistanê, ku bi navbênakriya Rûsya û Tirkiyê destpê kirin, û giringiyê didin xurtkirina agirbesteke sist ku di Kanûna Yekem de kete warê bicîkirinê de piştî ku hêzên rejîmê Heleb vegerandin.

Civîneke nû li Astana tê çaverêkirin ku were lidarxistin berî civînên bê yên Cenêvê.

Yekîtiya Ewropî pêşbînî dike ku sekreterê giştî yê NY Antonyo Guteres dê beşdarî civînên Brûkselê yê ku dê di Nîsanê de pêk bên bibe, ligel berpirsên bilind ji piraniya welatên ku beşdarî konferansa London a orjînal bûn di Sibata 2016an de, berpirsên Ewropî gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500