Nûçeyên Iraqê

Komeke bihawarçûnê: Dibe ku zarokên Sûrî yên ji şer tirsyayî ji ber "trawmayê” winda bibin

Rêxistina Parastina Zarokan a Xêrxwaz duh Duşemê (6ê Adarê) hişyarî da û got ku zarokên Sûrî yên ku ji ber bombebarandin û êrîşên esmanî hatine tirsandin, nîşanên tevliheviya hisî ya dijwar li wan xuya dikin û dibe ku ev yek zêde bibe û ew zarok bibin nifşekî ku ji ber "trawmayê winda bûye", li gor raporteke AFP.

Hevdîtinên ligel zêdetirî 450 zarok û kesên gihaştî, pileyeke bilind a nearamiya derûnî di nav zarokan de eşkere kiriye, herwiha gelek ji wan bi berdewamî di nav nivînan de bi xwe de mîz dikin û zimanê wan dikeve hev, li gor raporta "Birînên Nedîtî" ya derbarê bandora şer li ser tendirustiya hişî ya zarokan de.

Herî kêm sê mîlyon zarok li herêmên şer ên Sûriyê dijîn û rastî bombebarandinên bênavber tên, ku pevçûnên di navbera aliyên ku şer dikin de derbasî sala heftan bibin.

Du ji sisêyan ji zarokên ku rêxistinê hevdîtin ligel wan kiriye, an hezkiriyekî xwe winda kiriye, an mala wan hatiye bombebarkirin, an zîyan gihane wan bi xwe.

"Piştî şeş salên şer, em li ber derîyê guhertinê ne,Î raportê got. "Em li ber metirsهya afirandina nifşekî şikestî ne ku li beranberî trawma û nearamهya dijwar winda bûye û tu carî ev metirsî negihaye vê astê."

Her 84% ji kesên ku hevdîtin ligel wan hatine kirin dibêjin ku bombebarandin bûye sedema sereke ya nearamiyê û stresa di jîyana wan a rojane de.

Dora 48% ji xwediyên zarokan di raportê de dîyar kiriye ku ji dema şer dest pê kiriye, zarok nema dikarin biaxêvin an zimanê wan dikeve hev.

Dora 81% ji zarokan tadekartir bûne û 71% bi şev bi xwe de mîz dikin, li gorî lêkolînê.

Nîvê kesên ku hevdîtin li gel wan hatiye kirin gotiye ku rêjeya tundûtûjiya di nav malbatê de bilind bûye û ji çaran yek ji zarokan eşkere kiriye ku cih tune ye biçinê yan kesek tuneye ku tirs, nîgeranî û xemgîniya xwe jê re vebêjin.

Birêvebera rêxistina Parastina Zarokan, Sonya Xuş, mînakên hewldanên xwekujî û xweêşandinê dane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500