Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî pira Mûsilê ji nû ve kontrol dikin

Hêzên Iraqî îroj Duşemê (6yê Adarê) pireke sereke ya li jêr destên DAIŞ, ku li nêzî komavahiyeke hikûmetî ya li rojavayê Mûsilê ye, ji nû ve kontrol kir.

"Avahîyên hikûmeta xwecihî ya Neynewayê li nêzî Pira Huriya ne," berdevkê Hêzên Bersiva Lezgîn teنez kir ku ev pira han îroj Dûşemê ji nû ve hatiye kontrolkirin.

"Hêzên Iraqî Taxa Simûdê, devera Pira 4an û herwهha hin beşên taxên Dewas û Denden di şerên dijwar ên li dijî DAIŞê de rizgar kirin," Fermandariya Operasyonên Hevbeş îroj Duşemê got.

"Hêzên Iraqî yên hevbeş îroj bêhtirî 40 terorsîtî kuştin. makîne û cebilxaneyên DAIŞ rûxandin û ew neçar kirin ku ber bi deverên nêzî Çemê Dîclشyê ve vekişin û cihên xwe li wir bigirin," berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqî, emîd YehyaZubeydî ji Diyaruna re got.

Operasyona vegerandina rojavayê Mûsilê 19ê Sibatê dest pê kir, lê belê di nava çend rojan de ji ber rewşa hewayê ya xerab giran bû heta ku operasyon roja Yekşemê ji nû ve hate berdewamkirin, li gorî raporteke AFP.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500