Nûçeyên Iraqê

NY: 66,000 kes di pevşûnên dawî yên li bakurê Sûriyê de aware bûn

Li gorî ofîsa NY ya Kordînatorê Karûbarên Mirovî, 66,000 kes ji ber şerê li ser du hêlan li bakûrê Sûriyê hatine awarekirin, AFP roja Yekşemê (5ê Adarê) ragihand.

"Ev nêzî 40,000 kes ji bajarê Babê û bajarokê Tadufê yê li nêzîk li xwe digre, ligel 26,000 kesên din ji civakên rojhilatê Babê" li bakûrê parêzgeha Helebê, ofîsa NY got.

Çekdarên opozisoyna Sûrî bi piştgiriya Turkiyê di 23yê Sibatê bajarê Babê ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin.

Ofîsa NY got ku 39,766 kesên ku ji bajar hatine awarekirin ber bi deverên di destê hêzên din ên opozisyonên de li bakûr reviyan, û ku "pîsbûna mezin" ya bomebyên neteqiyayî û davên ku tundrewên vedikişin danîne hewila vegerê zehmetir dikin.

Ji 25ê Sibatê ve, ofîsa NY got, 26,000 kesên din ji tundûtûjiya rojhilatê Babê ve reviyan, cihê ku hêzên rejîma Sûrî şereke dijwar dijî DAIŞ pêk tîne.

Gelek ji van kesan li deverên li derdora Menbicê, bajarokê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kontrol dike, penageh ji xwe re dîtin.

Roja Şemyê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku 30,000 kes ji sedema şerê di navbera rejîm û DAIŞ reviyane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500