Nûçeyên Iraqê

DAIŞ sîstema lixwekirina cilan li bajarê Reqayê yê Sûriyê ferz dike

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) sîstema kincan a "stîla-Efxanî" li ser zilamên li bajarê Reqayê yê ku weke asêgeha wê li Sûriyê tê naskirin ferz kir daku çekdarên xwe di nav niştecihên sivîl de veşêrin, AFP îro Duşemê (6ê Adarê) ragihand.

Bo bêhtirî du hefteyan, grûpeke DAIŞê ji zilaman dixwaze ku cilûbergên "stîla-Efxanî" yên weke cilûbergên çekdarên wê lixwe bikin, Ebû Mihemed, ku çalakvanekî Reqa Bi Bêdengî tê Gurandin e, got.

"Her kesê ku vê fermanê bicih neyîne, dê sizaya bi pereyan bide û bikeve zindanê," wî got.

DAIŞê ev biryara nû ya tengkirina li xelkê standiye piştî ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk, ku hevpeymaniyeke opozîsyonê ya Erebî-Kurdî ye, bi destekdayîna êrîşên asmanî yên hevpeymanîyê, nêzî Reqayê bûne.

Ev biryar hewldaneke şaşkirina balafirên şer û HSDyê ye daku nikarîbin çekdarên DAIŞê û sivîlan ji hev nas bikin, Ebû Mihemed got.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan herwiha ev biryara nû ya li Reqayê di raporta xwe de ragihand.

Rêveberê Rewangehê, Ramî Ebdilrehman, got ku armanca ferzkirina vê biryarê ew e ku kesên "agahdarker" ên ku kordînatan didin hevpeymaniyê nikarîbin çekdarên DAIŞê û sivîlan ji hev cuda bikin.

Ebû Mihemed rewşa Reqayê weke "rewşa amadebaşiyê" binav kir û diyar kir ku xalên nû yên pişkinînê hatine danîn.

Rewangehê got ku kesên sivîl û malbatên DAIŞê hewl didan ku ji derdora Helebê ber bi parêzgeha Reqayê ve birevin, ji ber ku çekdarên DAIŞê yên li derdora Helebê li jêr êrîşan in.

"Di van rojên dawî de, bi hezaran malbat tevî 120 malbatên çekdarên DAIŞê û fermandarên DAIŞê hewl dan ku bigihin sînorên îdarî yên parêzgeha Reqayê," Rewangehê got.

Îro Duşemê, HSDyê rêyeke sereke ya destekdayînê ya di navbera Reqa û deverên li rojhilatê parêzgeha Dêra Zorê ku li jêr desthilata DAIŞê ne birî û niha hêzên HSDyê heşt kîlometran dûrî bakurê rojhilatê bajarê Reqayê ne, li gor Rewangehê.

DAIŞê nedihişt ku kesên sivîl derbasî parêzgehê bibin, "lê malbatên ku çekdarên wê" destûrnameyên derbasbûnê dabûne wan "bi qeyikan gihan bajarê Reqayê, ku veguhestina di rêyên bejayî re nepêkan bû, ji ber ku pirên li ser Çemê Firatê hatibûne rûxandin", Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500