Zêdetirî 348 çekdarên Iraqî roja Pêncşemê (2ê Adarê) ji korseke Ajansa Dije-Terorê ku di ahengekê de li Akadimiya Dije-Terorê li Bexdayê derçûn.
Beşdarên ku kors temam kirin, navê "Mizgîniyên Serkeftinê" li xwe kirin, rahênan li ser destê rahênerên Iraqî û şêwirmendên hevpeymaniya navdewletî wergiritin.
"Ev çekdar ligel yekîneyên ajansê hatine belavkirin, û dê beşdarî operasyona rizgarkiria Mûsilê bibin," birêveberê ajansê ferîq Talib Şixatî got.
Şixatî bang li deçûyan kir ku karê xwe bi hevahengiyê ligel niştecihên Mûsilê encam bidin û hewl bidin dema şer xwe dûrî jêrxaneyê bikin.