Wezareta Karûbarên Hundir a Iraqê îroj Înê (3yê Adarê) eşkere kir ku sîstema kifşkirina narkotîkê niha li ser hemû dergehên sînorî yên Iraqê tê bikaranîn.
"Me dest bi bikaranîna sîstema kifşkirina narkotîkê li ser dergehên sînorî û balafirgehan kir," Birêveberê Dergehên Sînorî, lîwa Samî Sûdanî, got.
"Alavên nû teknolojiya ِِAyonskanê bi kar tînin, a ku dikare narkotîkên bi qaçaxî di dergehên sînor re derbasî Iraqê dibin, kifş bike," wî got, paşê lê zêde kir "ev sîstema nû li dergehên sînorî yên cihêreng hatiye bicihkirin piştî ku li balafirgehên Bexdad, Besra û Necefê hatibû destpêkirin.